makartî

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  779 Dîtin
senator makartî, koneperistî geyandye řadey kitêb sûtandin. carêkyan le şaławêkya ke birdî jimarey çend sedêk kitêbî wek pîrî mişkan dapaçî...
pîre mişkî dêrîneye makartî,
’eqłî şiř, pîne pîneye makartî,
çewrî lêsî mekîneye makartî,
dergay kunî gencîneye makartî,
le bîrî nwê be kîneye makartî,
kitêb lay ew pełpîneye makartî,
însanî mişk: makartî!
mişkî bê kilk: makartî!
mişkî dû qaç: makartî!
kitêb dapaç: makartî!
mişkî çepeł: makartî!
mîkirob legeł: makartî!
makartî... ho makartî!
hoy şermî emrîkatî!