’erz û ḧał

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  921 Dîtin
binûse bo paşay meznî «beẍa»
nîşaney diłsozîy bêgerdî aẍa:
dû lorî dyarîman ewa xiste řê
hîwaye bełênî xoy bênête cê!
řaspêrêt ke lêre cenabî midîr
le nayb danana bimxatewe bîr,
nehêłê řûřeş bim wek carî pêşû
ke diram bo aẍay amozam be şû!
dyarîy min le dyarîy ew çewrtire
bertîlim le hîy ew cêgagirtire
řaste ew naw be naw, le bałwêzxane
ser’eda û wer’egrê yek dû mangane...
emeye ke feřî xistote bextî,
paşakan naçar bûn bigirin ḧurmetî!
xo minîş dûrawdûr her fermanberim,
bo bałwêzxanekan xefawe serim,
be dû çawî tîj û cûtê gwêçkey sûk
hemîşe hełpeme û xizmetî biçûk
pêşkeşî baregay berzyan ekem,
řaportî dengubas mang be mang edem!
her ewem tawane ke le şar dûrim
ta tozî dergayan zerd ka řûy sûrim,
wek aẍay amozam, wekû paşa xoy
ke koşk û karxane û banq lwawe boy!
de řêm ben, yek dû sał minîş bême şar
destî qirp binême xermanî dînar!
çîm wergirt le mîrî, le bałwêzxane,
çîm dizî le řûtey em nîştimane
dwa filsî bihawme binî awî ḧewz:
leser cêy şewî sûr, leser mêzî sewz...
bizanin ew ḧele min ya amoza:
qełantir enwênîn gerdinî řeza?!
bizanin min ya ew, le ḧeq parleman
ebîne hoy lutfî bałwêzxanekan:
be dengidan, morkirdin, hełbiřînî dest,
her paşa binwênê goşey çawî mest!
bizanin min ya ew, kełkî kompanî
baş egrîn be xestîy bestezmanî?
bizanin min ya ew, wekû keř û lał
beramber be tane û twancî tał tał,
kunî gwê be lokey bê’arîy egrîn,
«ne’» nałêyn be mîrî hergîz ta emrîn?
bizanin min ya ew, bimandenê têẍ,
bo pakoy serî gel namanbê dirêẍ?
***
ey paşay xawendî koşk û kadîlak!
bo bałwêzxanekan be diłsozîy pak
swên exom ke bûme nwênerî kurd
têkoşim milî kurd çaktir bikem wird!
îtir çaweřwanim cenabî midîr,
řaspêrî, emcare derneçim le bîr!