niq û ciq

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  1156 Dîtin
dîmen: jûrî da’îreyek... lay řast kursî û mêzî niq... lay çep kursî û mêzî ciq.
cêgay telefon le naweřastî herdûkyana, be dîwarekey piştyanewe... dergay me’bên legeł jûrî serek le berî lay niqewe... tad.
- perde hełkişa -
hejar:
sê hengaw enê bo berdemî niq
- qurban karim?
niq:
bê serhełbiřîn
- be dest ciqe.
hejar:
sê hengaw enê bo berdemî ciq
- qurban karim?
ciq:
bê serhełbiřîn
- be dest niqe.
hejar:
- qurban, me’mûrî niq, karim?
’erzuḧałekey pêrarim?
niq:
ser heł’ebřê... qełemekey da’enê... cigereyek da’egîrsênê... pałî lê edatewe
- kuře, kabra, nemut biřo;
lay ciqe ’erzuḧałî to?!
hejar:
- me’mûrî ciq ’erzuḧałim?
hênd pirsîm kawil bû małim!
ciq:
heman destûrî niq pałî lê edatewe
- kuře, kabray bê ser û pê,
nemut lay niq boy bigeřê?
hejar:
le ber xoyewe
- teqîm... wirgim piř bû le řiq
be dengî berz:
dad, gewrey niq! dad, gewrey ciq!
dergay me’bên kirayewe, serek be demuçawêkî tûřewe serî kêşa, niq û ciq hełsane ser pê.
serek:
çîye kabray qiře qiřker?
ciq:
gewrem, lêman têk eda ser!
hejar:
qurban! ’erzuḧałî pêrar!
serek:
hey quzełqurit! hey zehrî mar!
pele le karbedest ekey?
le niq û ciq ser têk edey?
hejar:
qurban, pelem nekirduwe!
serek:
bo ’erzuḧał dû sał zuwe!
boçî êre xum xaneye?
ya ciqxaney şahaneye?!
niq:
karî aẍa çwar sałî bird!
ciq:
hî begman be pênc tewaw kird!
serek:
le ber xoyewe be tews û tûřeyî:
pêrê ’erz û ḧałî dawe,
emřo kewtote ajawe...
rû ekate niq
telefon ke, tewqîf bikirê.
ba bes bêt berokman bigrê!
niq:
dem enê be gwêçkedanî telefonewe:
elo... polîs! mewqûf heye.
serek:
ba tê bigat direng keye!
ewendey nexayand, polîs peyda bû... des kira be kelepçekirdinî hejar...
hejar:
be waq wiřmawî çawî gêřa be giştyana. le ber xoyewe:
ḧey le niq û ciqî karim
çend gurc derçûn bo azarim!?
hejar diraye ber bo bendîxane û îtir perde dakşa