şîwenî daristan

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1129 Dîtin
- perde hełkişa -
ladêyî çoẍeşiř beramber be koşkêkî gewre westawe, be îngilîzî û be ’erebî leser dergakey nûsrawe: «da’îrey daristan».
ladêyî çoẍeşiř:
em koşk û dezgaye ke poştey tifaqe
bêgane eygêřê û be naw hîy ’îraqe...
kes nebû ’îraqî ke hênde dana bê:
bizanê şax nabê daristanî tya bê?
naçar bûyn hênaman pispořî bêgane,
be zanist sûtandî em daristanane,
hemûy kird be xełûz, pêşkeşî aẍay kird
aẍaşman be dyarî bo paşay beẍay bird...
êstake êmeyn û şaxêkî wek keçeł,
ba her beyn be sera quřî xest be topeł!
- perde dakşa -