duşminman mêşûle

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  1016 Dîtin
- perde hełkişa -
koşkêkî gewre der’ekewê, be xetî dirişt leser dergakey nûsrawe: «pirojey lenawbirdinî melarya». le korîdor çwar pênc pispoř û napsipořî bêgane dewrî mêzêkyan dawe be mîkiroskob temaşay gera û kirmî mêşûle eken. emane giştyan nîşaney pispořî: çawîlkey zeq zeq û kelleserî zil zilî řûtaweyan heye... le pişt seryanewe tabloyek be dîwara hełwasrawe, hî wêney hezar car gewre kirawî mêşûleyeke be hezar řeng boyekirawe, řengî wa cwan ke mêşûley qeḧbebab hergîz be pepûley beharîşewe neydîwe... polêk kirêkarî nîştimanîyş, pełasî şiř û çiłkin lebera, sêpa û lûley xerîte û setił û tirumpa û paç û xakenazyan hełgirtuwe çawenwařîy eken... pîrote sîs ke nexoşêkî sîlawîy bê derman û bê-xorake, lewberî şeqamewe pałî lê dawe be dîwarewe, temaşay em dezga û dûkane ekat.
pîrote sîs [be goranîye ke le gîzey mêşûle eçê]:
em zana û duktore gewraney dûr wiłat,
nêrrawin: bigene hawarî êmey lat
dû filsêk hemane û tya nabê nirxî nan
bîdene tifaq û tirumpa û dawderman
ta řegî mêşûley duşminman derbênin
wa tołey lebirsa mirdinman bisênin!
- perde dakşa -