encamî ejdehak
Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
6 Xulek
2437 Dîtin
yek dû hefte pêş cejnî newrozî emsał (1959) legeł hunermendî behredar kak qadir dîlanKes biřyarman da ke pêkewe teqela bideyn bo berhemhênanî parçeyekî hunerî bo ewey le cejnî baskirawa pêşkeşî gelî şare xoşewîstekemanî bikeyn. berî teqelay min lem pênaweda bîrkirdinewe bû le dananî opêrayek ke emey lay xwarewe yekem perdeyetî. leber kem û kûřîy ew katey be destimanewe bû, biřyarman dabû ke ew bo em perdeye dest bikat be dananî awaze û pirawe kirdin legeł tîpî awaze û tîpî temsîl ta min le dananî perdey duwem ebmewe, we bem core biřoyn ta opêrake egate encam. bełam daxekem kak qadir boy nekira bełênekey bênête cê. eme bû be hoy sardibûnewey minîş, we bem řenge destim le piroje hełgirt. êstake perdey yekem le opêray natewaw exeme pêş çawî xwêndewaranî «beyanNava taybet», eger le hunermendekanman - be mosîqar û aktorekanewe- handan û bełênêk bibînim bo piştigirtin û hawkarî le serpêgirtinî pirojeda, ewa amadebûnim pêşan edem bo têhełçûnewe û tewawkirdinî perdekanî tir.
—«goran»
perdey yek
bazařî asnigeran
cařçî [bedem zeng lêdanewe]:
be fermanî şay bêbak,
xawen şiko: ejdehak,
wirtetan le dem derê,
be şîr le sertan edrê!
yasawłan: [şîr heł’ekêşin]:
wirtetan le dem derê,
be şîr le sertan edrê!
cařçî:
maranî şa bê qerarin,
naştay mêşkî herzekarin
her małetan ser û kuř,
kasey ser le mêşk piř
amade ken,
ba yasawłan byanben
bo çêştixaney şa, ta cût cût
mêşkyan bo mar bibê be qût
be destî wezîr: kirmayîlî jîr!
serkirdey yasawłan:
ser hîy şaye, mał hîy şaye,
her małe kuřêk... çîy tyaye?!
cařçî:
yełła! desa xawen kuřan! heryektan kuřê...
her êstake legeł ême byanxene řê!
serkirde:
pele nekirê,
wełła! bîlla! agir le małtan ber edrê,
xawxêzantan esûtênrê!
ba gişt neřwa, yek kuř bibrê!
cařçî [lîsteyek der’ehênê, dest eka be xwêndinewey]:
řostem kuřî kawe, kuřî yanzemîn...
kawe [bedem asin kutanewe, le ber xoyewe]:
derbestî de û yanze nîn,
westay poła û asnîn,
řojêk ebê tołey gelman bisênîn!
cařçî [leser xwêndinewe eřwa]:
birzûy xusrew, kuřî heştemî xusrew,
newzad kuřî qubad, bêjengî piřtew...
derçin le řîz, bên lêreda bwestin...
yasawłî yekem:
bawkî segtan botan egrîn wekû jin!
kawe [leber xoyewe]:
hoy jyanî gel jine,
xencer bêçûy asne,
zamî cergî jin û pyaw
hîy destî yek dujmine!
[dû law be pałepesto norebřî le yektirî eken]
yasawłî duwem:
kêşmekêşî em dû sege
gilarawî seremerge!
lawî yekem:
minim bêjeng, kuřî xusrew!
lawî duwem:
minim! minim! xuşkime ew!
[yasawłêk şîrîn le nîşaney nêrî řût eka]
serkirde [be tûřeyî ser ba eda]:
ẍeş le şay ejdehak eka?!
kiçan [le řîzî piştewe der epeřne derewe]:
zor çak eka! zor çak eka!
kiç bo naben lebatîy kuř, xuşk le cêy bira?
kiç bo bijî, le katêka kuř towbiř kira?
[nîwey yasawłan lawekan edene ber û eyanben]
mêşkî kuř û kiç lay mar,
lay ejdehakî zordar
her yeke, her yek bêguman!
êtir boç bêbeş bin kiçan
le xebat û qurbanî dan
bo nîştiman, bo kurdistan?
serkirde:
yasawłan! em kiçaneş hemû bigirin,
ta le bendîxaney şajin eyankujin!
[bestey kiçan]:
bo kiçe kurd jînî dîlî jîn nîye,
be demî dîl hengiwîn hîç şîrîn nîye,
ey qijî zerd! wekû pûşî deskene be!
ey lêwî ał! be bê zerdexene be!
çawî řêjraw! pê mekene wekû guł
bo řojî řeş biřjêne firmêsk bekuł!
lence meke bejin û bałay nemamî,
řeşpoşî cwanemergîy çend biramî?
be kesasî keç be, gerdinî bêgerd!
serkułmekan! bigirin řengî lîmoy zerd!
bo xoşewîstî lê mede îtir, dił!
le naw gořî tenga ba bibî be gił!
ke azadî û bawik û bira lekîs çû,
kiçe kurdêk çi zîndû bê, çi mirdû!
[kirmayîlî wezîr ke tê’epeřê, gwê le goranîy kiçan egrê ke tewaw ebê. dwayî kiçan eben].
[asnigerekan lenaw xoyanda kewtine miqomqo]
yekem:
daweşîne! dařzîne!
xełkîne key eme jîne?
zorbe:
xełkîne key eme jîne?
şagirdêk:
westa helî řapeřîne!
hendêk:
řaste, helî řapeřîne!
kirmayîl: [egate bazařî asnigeran, siław le kawe eka]:
xawen şiko bê demaxe
diłman hemû piř le daxe!
çawî marî naçête xew
ne katî řoj, ne katî şew!
le xorakî mêşkî kuřîş
ser ba eden be fîşefîş!
êsta ełêm çopîy kiçan
bikem be hoy řeşmar las dan,
marî dił teř, kiç hełpeřê
xewîşî dê û eşleweřê!
[ser enête gwêy kawe]
her lawêkim le merg bo la dirawe,
le nihênga amade řawestawe,
legeł yekem cûłey şořş ewan zû
dagîr eken le koşka birc û barû
kawe:
cûłe be zistan etezê
serma wekû mar egezê!
ta gułałe deşt sûr neka,
pyaw asan xwar û jûr neka,
dest dane şořş girane,
lem wiłatî kurdistane!
kirmayîl:
ey ke pêman naye behar?
kawe:
zor zor becêye pelamar!
hat û pelamar sernekewt,
mil enêyn bo şax û eşkewt
kirmayîl [her be çipe]:
em kiçaney emřo gîran,
pełp û byanûy çopîy maran,
derbazyan eka wek yaran!
kawe:
her bijîyt serbaşqey jîran!
[kirmayîl milî řê egrê. dûr ekewêtewe]
kawe: [be asnigere hełçuwekan]:
birakanim! emřo řojî dan bexodagirtine
řapeřînêk bê wade bê hoy êcgarî mirdine
lem kateda xizmet tenya bê wiçan îş kirdine,
bo řojî xoy çekî zor û tifaqî zor xistine
eger diłsozî řastîyn,
ebê hergîz newestîn,
asin bikutîn be asin,
das dirust keyn û gasin,
şimşêr û tîr û xencer
firya xeyn bo şořş ker!
[asnigerekan sard bûnewe û destyan dayewe kerestekanyan û kewtinewe karkirdin]
- perde dakşa -