ademîzad wekû gułałeye

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  421 Dîtin
bazê guł bê bo bełam cwane
temaşa ekeyt piř çingê pane
ew gułe çûnke hîç ’etrî nîye
hîçkes nayewê fa’îdey çîye?
meger minałê bê ’eqił û kas bê
her ta sîs ebê belayo xas bê
bełam her gułê xawenî bone
xawen ḧurmete taze ya kone
heta tazeye gułî meclîse
ekirê be guław wextê ke sîse
wextî ’etir edey le ser û le dił
hezar řeḧmetîş enêrê bo guł
pyawî waş heye xawen cemałe
emma ḧeyf, sed ḧeyf zor bê kemałe
hîç kes nayewê bexêrî mirdû
meger nezanê, ’eqił negirtû
zorî waş heye ke naşîrîne
bełam le fikira ’eqłî te’mîne
ewe wacbe serî bo danêy
řoḧit derbênî bîxeyte ber pêy
çûn řojê ebê be ’eqił û erkan
necatit bida le gêjî tofan
bełam le kurda em bîre nîye
îtir nûsînî fa’îdey çîye?