le hawřêyekî dûr wiłat nûsrawe

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  654 Dîtin
azîz hîlakim azîz hîlakim
wek teyrî zamar, ẍełtanî xakim
pêç edem wek mar, tewaw xemnakim
bê bira û bê qewm, be tenya û takim
derdim karîye, bê yarim emşew
cergî let û kut, zamarim emşew
nexoş û ’aciz, meḧzûnim emşew
le ferhad bedtir mecnûnim emşew
ezanim wadey axir ḧeyate
qet’î zîndegî řûy ser bîsate
ax yaran le kwên? bo çî bê dengin?
bo nayen bo lam? ełbet pê lengin!
hey dad hey bê dad, kwanê yaranim?
kwanê birakey carî caranim?
weten! kwa nesîm ’etramêzeket?
kwa xak û xaşak ’enberbêzeket?
bê qewm û ’eşret bebê bira xom
bê hawderdî dił, pişt û pena xom
qani’Nasnava edebî be kirdey çerxî çep gerde
çen hezar wek to, henase serde