şanazî be edîbewe

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  755 Dîtin
şîrîntir û sułtanî miqalate edîbî
siḧre, hunere, keşif û keramate edîbî
ḧubbî weten û xizmetî xełke edebîyat
daxił be sef û defterî ta’ate edîbî
bo bûkî weten xişłe yeqîn şî’rî edîbat
layq be sena û mediḧ û miqamate edîbî
geh şure, gehê wesfe, gehê hecwî bexêłe
geh wêrde, gehê zikir û munacate edîbî
bo ehlî huner duřřî giran maye bê meḧze
lay bê huner û ’eqił, xurafate edîbî
tacî serî ebyate leser textî nigarş
ustadî hemû şê’ir û ẍezelyate edîbî
dwê pîrî edeb hat û witî qani’Nasnava edebîy bedbext
lem ’esre ełên bezmî sefa hate edîbî