mişte bo dom û pîneçî derzî
Li pirtûka:
            Baxçey Kurdistan
        Berhema:
                Qani (1898-1965)
        
             1 Xulek
             1214 Dîtin
        
        
    ’eybe bo to ke nesłî kurdanî
ḧurmetî xak û bad nazanî
kaẍezit bê be turkî eynûsî
ya zwanî zebûnî êranî
key ’ereb kaẍezî be turkî bû?
ya ’ecem key be řesmî ’imranî?
mişte bo dom û pîneçî derzî
hem ’elafîş qepanî kêşanî
to ebînî xeyat şeş diremî
wek meqes dabnê leser řanî?
ya feqê suzin û kefey kopan
ya mela wirde pîtî sułtanî
eme herkes xwa leser îşî
be kerem řeḧmî kird û xulqanî
qani’aNasnava edebî qet be xot nebî diłxoş
toyş yekêkî le xizmî kurdanî