pîsî ’ereq û şerab

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  491 Dîtin
carêkyan şeytan çû bo lay cwanê
cwanêkî meẍrûr eḧwał nezanê
witî min mergim wa hatim bo lat
sê şitim hêna bo to be xełat
ya ebê êste ser bawkit bibřî
ya be çeqoyê zik daykit bidřî
ya dû sê pyałe ’ereq binoşî
ya min etkujim kifin bipoşî
cwane têfkira ke ’ereq çake
dak û bawik kuştin zor sehminake
’ereqî hêna xwardî zûbezû
lepaş nîw sa’et tewaw serxoş bû
bawkî serbiřî dakî let let kird
hêşta hełmetî bo dirawsê bird
xozge darî mêw hergîz neřwabê
ya eger řwa wişk bibwayê
heta ’alemî şêt nekirdaye
abřûy însanî wa nebirdaye