bo kesê çake ke diłdarî heye

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  574 Dîtin
yarî min cilwe firoşe, diłî ẍeddarî heye
serî serpoşî ketane û çawî be xumarî heye
qołî qoł bendî teła, çawî kile, lêwî şeker
dem sedef, şêrî biroy, cewherî xûnxiwarî heye
jêr çeney le’il û ’eqîq û milewaney zêřîn
guł le mil, dîde be kil, perçemî awdarî heye
pê be pamorî ferengî, çi xoşe wextî zefaf
naz û nûzî şewî wesłî weke esrarî heye
qere zułfî wekû řeş mar û zułfî ḧefî
lêw çi lêw, bergî guł û dû peřî gułnarî heye
qani’aNasnava edebî quř be serit bo ẍezeł û ewsafit
’îşq bazî bo kesê çake ke diłdarî heye