duxterî xanim gereke

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  566 Dîtin
dił dełê yarî teř û şoxî cwanim gereke
doşekî nerim û şil û deste milanim gereke
nezerî dûr û xeyałî piř û pûçim nawê
xemî ebroy syehî ḧełqe kewanim gereke
mekir û efsûsî em û ew le nezerma hîçe
boqî ney dengî dimek, saz û ceqanim gereke
daw û tezwîrî dirozin be çi karim nayet
zibře zibřî şewî tarîk û nîhanim gereke
labe tesbêḧî dûsed dane lebo îşî řya
qehqehey xonçedem û çawî cwanim gereke
ger biłên keyfî etos herçît ewê ḧazre bot
simtî xirtî şilkî duxterî xanim gereke
qani’îNasnava edebî wirdî şew û řojî emes her eyłêt
řûmetî sûr wixřî afetî canim gereke