hetîw le řojî cejna

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  775 Dîtin
cejin, řojêke řojî şadîye
řojî seyran û dił azadîye
řojî nîşat û keyf û demaxe
řojî seyran û seyranî baxe
gişt kes be diłxoş lenaw minałî
hemû be meram ḧał û eḧwałî
hemû lîbasî taze le berda
hemû mêzerî şîrîn le serda
em bo małî ew, ew bo małî em
esûřênewe bebê derd û xem
dem be pêkenîn, dił piř le sirûr
lîbasî beryan zerd û sewz û sûr
emma bo hetîw, řojî zarîye
řojî giryan û bê qerarîye
ne dayk ser û cilî eşorê
ne bawkî heye, bergî bigořê
ne parey heye, bîba bo seyran
her wekû baqî destey hawseran
bebê xemxor û bê pişt û pena
bê pêkenîn û bê hera û zena
ser kiz û peşêw, lebin dîwaran
’aciz û melûl, wek azêtbaran
diłsozî nîye des xate şanî
xercî ew řoje kate gîrfanî