ke to hatî le newmîdî nema bas

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  7073 Dîtin
ke to hatî le newmîdî nema bas
le hîcir û întîzar îdî nema bas
le sayey zułfî towe şew dirêje
le subiḧ û nûrî xurşîdî nema bas
felek toy da ke emşew řojman bûy
le řecmî necmî nahîdî nema bas
ḧewadîs cam û, dewran bû be saqî
le bezmî camî cemşîdî nema bas
şukir cem’îyetêkî bê nîza’e
le şeřřî mudde’î û keydî nema bas
řeqîb û mudde’î herdû le xewdan
heta çen sa’etêkî dî nema bas
sema’e, gerdişî ’îşqe, ḧeqîqet
le sofî û řeqsî teqlîdî nema bas
le sayey qeddî mewzûn û dû zułfî
le nalîNasnava edebî û şî’ir û teswîdî nema bas