qani’ le mirdinî jinekeyda em ẍezeley nûsîwe

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  586 Dîtin
ey diłî xembar besye ta bekey giryan û zar?
taze bê sûde xeyałî mesken û yar û dyar
bê selîqe, hewrî negbet wa le bextim cem buwe
tawe terzey meynetî pey pey leser eřjête xwar
ey dił axir xoşî çîyte çûnke wa ’arit nîye
ba birînit hełkenim tabête so wek zexmî mar
kwa řefêqî hem dem û hem hem celîsî hodeket?
quř beser xoy kwa cemałî diłberî zîba nigar
kwa xiřey xiřxał û zêř û goşewarey nuqreyîn
kwa birîqey lacenaḧ û kwanê kêşî lifkedar?
kê heye şew bête pałit bonî ’etrî bitgirê
kê bebała wek çinarî taze xełfî newbehar
kê be ẍemzey çawî mestî merḧebayît lê eka
kê be řemzî taqî ebro celb eka sebir û qerar?
qani’aNasnava edebî xo to diłit her quř bipêwin dem be dem
to le daxî em zemane ew le bo dîdarî yar