sûdî wiłatim

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  1067 Dîtin
sûdî xakî kurdistanim çen hezaran der hezar
bot binûsim kakî kurdim, mîweyekî bê şumar
tûtin û genim û birinc û herzin û zeřřat û co
genmeşamî û dêmîle, hem dařucan û giskeşar
basix û narinc û lîmo, pirteqał û hem tirê
kałek û şûtî û tirozî kûleke û sewze xeyar
çoner û siłq û şwît û bamye û kuncî û pemû
şêlim û maş û temate, bayncan û kalyar
nok û nîsk û peřşe û paqle û petate û lobya
sêw û hermê, qox û qeysî, gwêz û kişmîş û henar
kahû û pyaz û kelerim û terson û bin’erzîle
kaşme û koł û binaw û, sur hełałî lanzar
mêw û sincû û kêkif û jałe û gizîçar û şehên
goyj û çwale û beřû û pełk û bałałûk û çinar
darî bî, pênc tayefen, lazim nîye nawyan bibem
xawenî sî û no berî xawen řewace mazûdar
gizgil û xiřnûk û mazû, panke û sîçke û kełinc
poze xûge û hemze aẍa, hewr birdû û şaxdar
bergeła û tisqil û sewzałî û nîske û girê
karg û qijge û demûke, sêfełûkey awdar
cewt û şoke, zołek û şînke û beřû hejg û geła
hem gezo û zûxał û pîfû, çaktirînyan baredar
qani’îNasnava edebî kasb nîye, boye kemî lê zanîwe!
bo ewanî tir bipirse lay pyawî kasbikar