qani’ ke sa’î ẍabat buwe

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  858 Dîtin
biray xoşewîst yare dûrekem
merhemî zamî şarezûrCihekem
paş ’erz û siłam gwê gire le ḧałim
le jyan xom û mał û minałim
dawat kirdibû bo guzeranim
wa bot enûsim çone jyanim
hawřêy min dinyay zor be merame
ya mi’awne ya qa’mimeqame
minîş xom kirdiwe be sa’î ẍabat
lîsê hełgirim ke kes dar nebat
tifengê dirêj le ḧiskey kone
wa bot enûsim bizanî çone
qayş tałê ben badame şikaw
dar dařzîw lûle heł diraw
paş maşe peřo derzî çiłî dar
wek mişar kel kel leser ta be xwar
pînem kirdewe be sirêş û peřo
guley dû hengaw biřo ya neřo
qeřewł le quř sîpe le tołaş
dirêjî lûle zyatir le ney aş
ey nêm le kołim her wek hemane
beşan naytiwanim çûnke girane
fîşek loẍ sextyan qapuř şaş û çewt
dûhengawim ta hemûyan dakewt
ke ey nêm le koł eçim bo ser řê
bo dagirtinî hawmałanî dê
nizûley minał boley pîrejin
axo xway xelqî çîbka be min
nanê bem core bikewête des
gwê bo řey têbê ta axir nefes
qani’Nasnava edebî tifengî şa’ir wehaye
tifeng ḧikûmet bênere kaye
îşî řeşaşt bo bika le dûr
bêne temaşay xelqî şarezûrCih