kirûzanewe bo hejar

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  819 Dîtin
hejar řebbî necatit bê le em ḧałey perêşanit
ẍenî toş bêre ser barî sexa destim be damanit
xwa ew çawe her řûn ka temaşay ḧałî bê des ka
řezîl řebbî be tîrî çawî xot bê nûkî mujganit
birakem baw û bapîrit hemû mirdin etoş emrît
ke toş mirdî be to çî zêř û duř û mercanit
temaşay ḧałetî xot ke ebê ḧałit çe naxoş bê?
lekatî ẍerẍere sînet ke řoḧit dête lêwanit
desa yadê le ḧatem ke çe nawêkî le şwên cêma?
ke to dinya weha bigrî meger merg bête mîwanit!
menaze qet be fir’ewnî eme mîsrêkî zor kone
ke emřo hate jêr ḧukimit ebînî dad û dîwanit
ke to qani’Nasnava edebî bedem hîçit nehêşto xot be çak dana
eger erbabî dinya bî çilonî to û îmanit?