diłî dayk

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  952 Dîtin
carêkyan lawêk sergerm û meẍrûr
le naw yarana be nezan meşhûr
eyda le daykî herta eytiwanî
witarî bawkî be hîç ezanî
diłî çuwe ser dirawsê małî
jinêkî zorzan xoş xet û xałî
îşare be çaw pêkenîn be dem
be beynyana çû le zor û le kem
ga şeře çepok ga pał pêwenan
hetakû îşyan le îş tirazan
daykî laweke bem îşey zanî
kewte tedbîrî zor be însanî
witî xuşkekem meye bo małim
xirabman meke û meşkêne bałim
em kuřî mine serserî meke
le jînî dinyay bêberî meke
jinî dirawsê ke zanî waye
terkî małî kird nehat bo kaye
lepaş yek dû řoj kuře hîlak bû
bo nehatin yar tewaw xemnak bû
şewêk le şewan zor be penhanî
çû bo lay dose hîç kes neyzanî
witî gyanekem bo terkit kirdim
be çawit qesem ewa min mirdim
weramî dawe me’şûqey ’eyyar
witî xoşewîst bo min birîndar
daykit zanîwye abřûy birdim
nazanî pîrê ke çî pê kirdim?
taze min û to bo yektir nabîn
hetakû mirdim bo lay yek naçîn
kuř hate witar aman sed aman
lêm zwîr nebî destim be daman
to çî efermûyt serim le řête
perdey diłekem xakî jêr pête
witî etewê bim be mîwanit?
dis keme milit bême ser řanit?
daykit zig bidře û diłî der bêne
meyxe beyanî emşew bom bêne
minîş ewsake wekû caranim
herçî biłêy pêm bende fermanim
kuř be nezanî řay kirdo bo mał
zig daykî diřî sa be her eḧwał
diłî derhêna û xistye ser destî
birdî bo yarî dû dîde mestî
hênde peley kird kuřî mil qewî
pêy hełxilîska û kewte ser zewî
be zuwanî ḧał dił hate ziman
witî ey řołe aman sed aman
hoşt bê dexîl birîndar nebî
le nexoşxane zar û xwar nebî
qezat le gyanim leserxo biřo
êşt pê nega bimkey řenceřo
her kes bizanê ke dayk kame?
hetakû mirdin çeşnî xułame
çaw biquncêne le nan û awit
peřo gû şorîn bêne pêş çawit
em car ezanî ke dayk çîye?
bo tozê êşt aramî nîye