diłî nepşikûtû

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  640 Dîtin
biřwane çe bê řeḧme legeł ’aşiqî mebhût
tînû mebe yek qetre le lêwî wekû harût
sirwey seḧerî hat û hemû xunçe be guł bûn
xunçey diłî min ya demî to boçî nepşikût?
ê’cazî mesîḧaye lebî le’lî direxşan
siḧir û hunerî bable dû çawî becadût
çûnî minî bêçare lebo me’bed û mizgewt
bo dîdenî mêḧrabe ke teşbîhe be ebrot
bo qîmetî to tacî key û textî suleyman
kêşane biken sûke lenaw tayî terazût
qani’Nasnava edebî ke weha qani’e bem bexte řeşey xoy
çon nîsbetî hes bextî řeş û nuxteyî hîndût