seylî hîcirit berdî binçîney le řeg hênameder

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  2480 Dîtin
seylî hîcirit berdî binçîney le řeg hênameder
barî fîkirit qeddî řastî têşkandim wek fener
şîrî ebrot, tîrî ẍemzet wa lecergim karîye
dêt le tofanî dû çawim let letî xwênî ciger
çaw û dił şeřyane, nazanim xetay kamyane xo
ta be darî kem, derî kem bîxeme şîn û çemer
nûrî çawim! çawekem bênûre bêto, zeřřeyî
xakî dergaket bibêjim bîkeme kuḧlî beser
dił muşebbek bû leber êşan û nêşanî mujet
îşî çaw bû boye hênd giryam û xwênî kewte ser
let let û kun kun buwe dił wa le şewqî şîreket
řoḧekem dêt û deçê, daxo le kamyan dête der?!
herçî meḧbûbem debînê wa teḧeyîwir deygirê
swên dexwa bexwa dełê byalilّhî ma hiza beşerErebî
çende xoşe dabnîşîn dû be dû emin û gułim
dakewêtin mudde’î lew xware herwek destî ker
řojperistî řûte nalîNasnava edebî boye da’îm wek ẍułam
zerd û gerdin keç le dergat ḧazre destew nezer