hawderdekem

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  582 Dîtin
ewey meḧrem be derdim bê sebaye
ewey des xate ser şanim, ’ebaye
kirasêkî sebûrîm, kirde ber xom
giřî cergim sûtanî her kewaye
tepu koy dûkełî diłme leser ser
ełêy tac û nîşaney padşaye
çewaşey çerxî çepgerde enîsim 
lebîrî xem neçûm, her wek biraye
felek berdî be sermada, pizîskey
le tarîkî şewî bextim çiraye
ke min mułkî nebûnî, miłkî xome
le pêş çawim hezar kîsra be kaye
heta duřî nefîsî nikte xoş bê
mełên «qani’Nasnava edebî» le dinyada, gedaye!!