çawekem! meẍrûrî herwa yan xetay nazarîye!

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  612 Dîtin
çawekem! meẍrûrî herwa yan xetay nazarîye!
naze wa ałoze çawit? ya le ser xunxiwarîye?
xem le min dêwanetir bû, şořşî diłmî ke dî 
derdî dił derdê girane û ’îletêkî sarîye
awřî şan û berokî xom edem şeyda ebim 
çun be eşkî xwênî cergim qirimz û gułnarîye
natwanê pê le eşkî xoy binê têpeř bika
meşrebî ’aşiq leser řesim û meqamî harîye
min be şwên diłma geřam, şwênî be xwên dozîmewe
çon le řawçî gum ebê, seydê ke xwênî carîye?
«qani’îNasnava edebî» boye le hîcra, xew le çawî nakewê
qa’îdey ḧesḧes wehaye, kewte şew bêdarîye