çawî yar
Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
1 Xulek
864 Dîtin
mestî çawî yarî xot bî ta qyamet ẍefłete
mirdinî ew mestîye, zor çatrî her siḧete
goşegîrî zawyey ’eşqim le awênem çîye?
çunke ’eksî xom ebînim, bo xeyałim kesrete
paşî sed xermanî xem, herxoşe çînî meynetim
bo xeley omêdewarî ’îşqî yarim afete
xo zemaneş wek mine, her ḧez be tenhayî eka
nabînî bê weche daym, dujminî cem’yete
bo serî we’dey wîsałit, hatuçû merdî ewê
řoytim bo pêşo cur’et! bo dwawe zeḧmete
pyałe gerdin keç ebê bo şîşe û herwa ełê:
ey mela gîrinde bo bexşinde zor piř meynete?
awênem bo řoşnî pê lazme, nek bo ’ekis
małî tarîk bê çirayê çatrî sed sûrete
wa, le pîrîda çemîto «qani’Nasnava edebîa» lade le ’îşq
řîş le deştî ’îşqibazî bê beha û bê qîmete