řołey kurdim
Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
2 Xulek
1539 Dîtin
min ke řołey kurdekanim, turk û tarim bo çîye
ta biray piştîm bibê yarî le marim bo çîye
ta kiłaşî bin çinî jêr meḧkemî xom des bida
qonderey tesk û tirusk û lar û xwarim bo çîye
ta kitêbî wesfî xakî kurdisan înşa bibê
wesfî rukin abadCih û nehrî řûdbarCihm bo çîye
ta sebîlî zerd û sûrî fîtke durî xom bibê
fiłte fiłtî nêrgele û topî sîẍarim bo çîye
şerbetî hermê let û doşawî şukem des kewê
areq û tiryakî her wek zehre marim bo çîye
ney ke şumşałe ’ezîzim sed giramafon ejî
sozî şimşałim bibê min ’ud û tarim bo çîye
řank û çoxem des kewê çîme le fason û ḧerîr
cawî xomałîm bibê çîtî tucarim bo çîye
banî xêłanCih awedan bê bo qełem bo kurdekan
taze îtir oçî pîsî bed nîgarim bo çîye
ta bibê befraw û mêrg û çîmen û êłaxî xom
awî swêr û diřke zerdey germesarim bo çîye
ta temaşay qamet û lencey kiçî kurdim bibê
ḧorî û ẍîlmanî sofî miftexwarim bo çîye
ta hejarê niktego wek qani’îNasnava edebî peyda bibê
defterî efsane konî piř le ’arim bo çîye