ke min xemxorî yaranim yeqîn qet xem be ba nadem
Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
1 Xulek
916 Dîtin
ke min xemxorî yaranim yeqîn qet xem be ba nadem
wekû tûtî şeker xorim çi meylî xom be ka nadem
wekû cê pê bebê ban û der û dîware kaşanem
kelawe konî wêranem be qesrî padşa nadem
ke min ustadî sermeşqî wefadaranî ’alem bim
diłî xawên û bê kînem be zuhdî parsa nadem
minî bułbuł binałênim le kurdistaneda bo guł
şehadey mektebî ’işqim be îmzay ewrupaCih nadem
le goşey zawîyey xemda bigryem bo becê mawîm
duřî firmêskî giryanim be lu’lu’î şewçira nadem
diłî xunçey nepşikutim le sîney teng ba teng bê
henasey ’etrî efkarim be sirwey bay seba nadem
eya ey ’aşiqî fils û fîdakarî meř û mêgel
bizane qedrî me’nay xom be parey nařewa nadem
ewa parawî cergim kird be yekcarî le xwênî dił
şerabî xwênî xom qani’Nasnava edebî be bîrey bê beha nadem