bade noşî

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  992 Dîtin
ke dulber bade noşî ka, ebê min xizmetî mêw kem
be şew awdêrî baxat û be řoj def’î çił û çêw kem
ewende yas û bêzarim le çerx û ehlî em çerxe
ebê teqlîdî mecnûn û xeyałî jînî ser kêw kem
çi řojêke xwa emřo ke hawarî birîndarîm
newêrim bangî bo hełdem, be bołebołî jêr lêw kem?
moqedder bałî tund bestim, derî kirdim le naw yaran
meger emcar be naçarî, řefêqî cinîy û dêw kem
ke baxî arezûm emřo nebê zahîd le meḧşerda
îtir boç arezûy baxî henar û qeysî û sêw kem
xeyałim wa bû goçanî nesîḧet hełgirim bo řan
wekû mûsa le deştî eqdesa, şwanane her ’êw kem
şu’eybêkim nedî şertî şwanîm bo becê bênê
îtir bo xizmetî řanî, bebê sûd û bebê xêw kem?
çi xoşe qani’îNasnava edebî emřo, le deştî weḧdeta wek to
be hîway cejnî serbestî, le xwênî cerg parşêw kem