xerabatî

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  1067 Dîtin
şewê pîrî xerabatî, îşarey camî mey kirdim
temaşa ke! le em lutfe, ḧewałey textî key kirdim
le çołî cehleda xinkaw û tînû û bê ser û pê bûm
be masî beḧrî zanînî, bebê tenkaw û pey kirdim
le ’îlmî badenoşî têpeřîm bo zarî û şîwen
be ustadî kemançe û ’ûd û tar û saz û ney kirdim
kilîlî baxî da destim, ke çûme naw guł û gułzar
le lerze û şaneksikêy befir û sermay mangî dey kirdim
weha fêrî meley kirdim, le beḧrî weḧdeta emřo
le goranî be bałay çeşnî seru û memkî bey kirdim
çi umêdî bû ya řebbî be tenya yek nezer qani’Nasnava edebî
be sułtanî xeyałat û be şahî şarî řey kirdim