fêłbazî

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  677 Dîtin
bema zor gyan fîday parem, be ’eqiłim yek le ḧacyanim
selem dadanî naw ladêm, delîle xełkî şarsanim
keşîdem dawe, sîwakim wekû daney feqîrane
xiřey tezbêḧekem dyare, ke min şagirdî şeytanim
be fêł û desbiřnîşim, nizîke bim be ḧacî şêx
were binwaře, seyrim ke! ke çende şêxî řîş panim
diłim zor lê eda emřo, biřom gacûtê biřfênim
segê bikujim, kerê bidzim, ke wa bû min le aẍanim!
eger bê řenicberêkim bê, ebê nawî binêm segbab
ke çon xom bapîr aẍam û kuřî xanî qulî xanim
temaşay tay tirazû kem, diłim zor xoş ebê kurde
be ḧoqey estemûł çiştê bikêşim bo birakanim
be gez şa bîkiřim çake, be gez şam û ḧełeb bîdem
emem zor çake bo řojî ḧîsabî dîn û îmanim
ke bête barî dembazî û qisey zil zil le meclîsda
wekû qani’Nasnava edebî be qurbanî, şwanî hozî kurdanim