xełwetxane

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  596 Dîtin
le xełwetxaneda hergîz xeyałî diłřuba nakem
be řutbey xom ke ferdî mêḧnetim kes aşna nakem
řisûmî ’îşq nazanî çi herze û řende perwane
le dûro řoḧ ekem pêşkeş le meclîs xudnima nakem
be fikirî hîç û pûçim wam tema bû dił biparêzim
leçawî tom kewê diłber xeyałî bê beqa nakem
heta camey kefen nebřî keway ’îzzet leber nakey
eger çî řesmî eyyame, kirasî bê kewa nakem
heta destî ecel komek be karim bê le destî xom
lebo def’î beła û mêḧnet le komek merḧeba nakem
çi ferqêkî nîye lay min gedayî yaxo paşayî
ke herdû her emanet bê xeyałî textî şa nakem
çi xoşe hełtirûşkanê le goşey şarî xamoşan
kewabû arezûy jîynî cîhanî bê wefa nakem
xeyałî ḧořî wa şarî diłî yekbare dagirtim
wekû bułbuł minetbarî guł û sirwey seba nakem
be řeḧmet bê ke ustadim şewê bo terbyem fermûy
eger min qani’Nasnava edebîm naw bê çi bê emrî xuda nakem