nazenîn
Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
1 Xulek
1352 Dîtin
ela ey nazenînî şoxî şoxan
ẍezale taqekey ser bendî kwêstan
mekanit kuncî diłme, zor nizîkî
le ber çî nabîye awazî giryan?
be xem ger bimkujî, ew wexte şadim
ke xakêkim ebim be tozê daman
řeqîb boye ezanê min le latim!
ke bulbul dayîma, ha, le gułistan
le kuştin çon etirsim řojî sed car?
ke lêwî toye çeşmey awî ḧeywan!
dił û gyanim be pêşkeş qasîdit kird
xirapî kird, hewałî day be hezaran
zemane îş û karî her be ’ekse
çi nisbet qani’Nasnava edebî û îşqî cewanan?!