aramî

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  909 Dîtin
ke to me’mûrî kakî xom be aram
mełê min meylî xome û pyawî aẍam
des agir sênî ahî ře’yetî kiz
esûtênê xezêne û mułkî paşam
ewî tîrî du’ay mezłûm bipêkî
nepêkirawe be tîrî řostemKesy sam
le şestîrî nizuley ser sibeynê
bitirse û qet mełê min pyawî azam
eger çaket legeł bê toşeye kird
le wextê tir mełê min yaro kabram
eger qani’Nasnava edebî be gwêy şî’irit nekem min
be dînim bê ḧeya û mehtûk û řîswam