diłî xałî

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  946 Dîtin
dił ke xałî bê lexem min ew diłe wêran ekem
kelleyê ger tem neka ew kelle berd baran ekem
řû be’eşkî xwên nenexşê sîmî sadem bo çîye
cerg eger daxî nebê ew cergime buryan ekem
eşkî çawim řeng û řûy şorîmewe birdî tewaw
řûy sipîm firmêske boye min weha giryan ekem
qet le pîrîmo mezane minete gerdin keçim
bo teşekkur řemzî ebrot qametim goçan ekem
xoşe terkî çak û bed yarî legeł hîç kes nekey
terkî guł bo terkî xarî ser zedey daman ekem
qoçî emřo bo swarî meḧşere û ḧîfzî wicûd
min le dîwanî cezada řoḧ û dił qurban ekem
zułfî ew nazdarî xome řê neden bête beheşt
şerte qani’Nasnava edebî terkî dûsed kewser û řîzwan ekem