şîwen
pênc xiştekî
Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
2 Xulek
2200 Dîtin
ey weten! daym xerîkî şîwen û giryantim
ey weten! sûtawî zamî derdî bê dermantim
ger xwa bom ka be wełła gyanfîday lawantim
ey weten! şêwawî ḧałî qewmî bê samantim
dayma sewdazedey destî xem û hîcrantim
xom ezanim çen kesas û dił birîn û řence řom!
xom ezanim, çon duçarî zamî piř êş û besom!
ba bizanin yek be yek efẍan û turk û fars û řom
kohkendey bêstûnî fîrqetî şîrînî tom
boye daym bê teweqquf, can bełagerdantim
ey weten! wełła le bûkî yekşewe zîbatrî
to le dûsed kîmya û zêř û gewher çatrî
bo xumarî kele bê şik to le mey sehbatrî
to be mumtazî le fîrdewesî berîn e’latrî
boye wek bulbul hemîşe talbî giryantim
ew kesey tenya û be bê kes řołeřoy bê, her minim
xem firoş û xem kiř û ya xem be koy bê, her minim
ger be řastî bê tewawî ya diro bê, her minim
ger le dinya taqetî eḧzanî toy bê, her minim
wa muqîmim ey weten, wek şaxî hewramantim
ger demîşim hełdirûn, dił nałe û efẍan eka
çaw be bê fîkirî derûn çon fêre xoy giryan eka
dar û berdî hodekem, her zîkirî ya kurdan eka
’îşqî mîllet le diłma hêrş û cewlan eka
ey weten! bo to bifewtêm, qoçekey qurbantim
min wekû eskenderim, kewtûme naw gêjî memat
ey eristoy xwêndewaran! ẍîretê bo řêy necat
ey weten! wek be’zê kes gwê nademe hat û nehat
ger legeł yadî etoda, serfî kem mudey ḧeyat
wa ezanim mûnsî sed kewser û ’ednantim
qani’aNasnava edebî nezimit peşêwe, daxekem fayyey çîye?
min ezanim hewł û dadit bê semer darî bîye
herçî hawarê ekey, lay bê temîz her fîfîye
baweřit bê ey weten! lafim le eş’ara nîye
şa’îrêkî gyanfîday, aw û heway nîştimantim