newey kurdim

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  918 Dîtin
hemû kes şarezay min bê, ke şêr û şêrezay kurdim
be daym gwe berawazî, delîl û řehnumay kurdim
xwa neyka eger derdê zuhûrî kird le kurdistan
wekû qoç xelîlułła, be qurban û fîday kurdim
fîdayî min le bo kurdan, xusûsî qet nebînrawe
biçûkî begler û şêx û mela û şah û geday kurdim
ecel destî min û dawênî to firya kewe zû bê
be xom û řoḧmo ḧazir, le bo def’î bełay kurdim
çi baxê piř le guł, hergîz nebînrawe bebê bulbul
minî sewdazedeş wek bulbulî şax û çyay kurdim
le xizmet ba becê mabim, be teyrê her ebim me’lûm
ke wa bû, hudhudî şehrî silêmanî sebay kurdim
le sûtana çi bê bakim, ke çon paş mirdinim qani’Nasnava edebî
le çawî ehlî danişda, wekû řoḧ tûtyay kurdim