duçarî derdim
Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
1 Xulek
980 Dîtin
bira, weła be derdê wa duçarim
bebê aram û sebir û bê qerarim
eger giryam leber bê hoşî kurdan
meken men’im ke çon bê îxtyarim
temaşay xom ekem yekcar hetîwim
le şerq û ẍerbeda bê xemgusarim
be eḧwałit qesem ey kurdî serşêt
minîş wek to, bebê bade xumarim
çilon negrîm be çawî xom ebînim
ke bedgo dête ser coybarim?
hezaran înqîlabim hat be serda
ke çî her min xewałû û berdebarim
mełên qani’Nasnava edebî nezan û zor biłêye
le qebrîşda beweła întîzarim