be xeyał

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  1056 Dîtin
dwênê be emel malkî emlakî qecer bûm
xawen de hezar çawiş û erkan û nefer bûm
seḧrayî û şestîr û cebel top û şineyder
gişt meḧkemî ’eřade, le ser bezmî sefer bûm
gahê le diła, řû le teref belx û buxara
geh maylî tałanî hemû turk û teter bûm
qełxanî serî serkeşî em xełke şika yek
mensûrî xwa, xawenî şimşêrî zefer bûm
gahê le řewş sełteneta, xadmî qur’an
gahê be diro, wa’îzî gurgîne le ber bûm
geh řend û gehê mest û gehê natqî huşyar
geh bulbulî şeyda, le heyahûy çemer bûm
’alem wekû gořê ke le nêw mêrg û çemen bê
behram sîfet, ḧazrî çen tîr û teber bûm
fîr’ewn ke lelay sełtenetim beçke şwane
mûsa sîfet û řû le teref narî şecer bûm
wextê kerê zeřřanî, emin daçłekîmo
her qani’Nasnava edebîekey qurbeserî, piř le zerer bûm