awareket

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  1069 Dîtin
ey le bextî ’aşiqî awareket řijd û çirûk
ey ke zîddin îş û karit, sergiran û şêwe sûk
ger be nazo bête ser barî kerem, bo ’aşiqan
sed keřet bêca ekat, şêx řû ekate ser silûk
kuşteganit ger şîkayet ken, le des cewr û cefat
mor eken boyan qebaḧet, qazî û muftî û milûk
min be dewr û piştî yara «ayetulkursî»m exwênd
ew be ’îşwe pêy witim, laço, heta key nûkenûk?
şêx eger boy şêt nebê, me’lûme bê wîjdanîye
çon be daym şox û şenge, ber mîsalî taze bûk
tan û poy bendî dił û cergî be carê hełçirîm
wextê řemzî çawî xiste hatuço her wek mekûk
qani’aNasnava edebî řendî becê bêłe, le bo gencî weten
to le ’îşqit çî be kelley pûçeł û gwêy piř le tûk?!