bê sûde

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  1118 Dîtin
bê sûde îş be ẍeyrî xeyałî ḧuzûrî taq
bê kare, kar le karî xeyałatî piř meraq
ḧakim ke qazîye, be qezayatî ser ezel
bê sûde se’î le tesxîrî xurasan û ya ’îraq
neqdî emel eger be sedaqet deẍeł nebê
musteẍnîye le meḧek ya, le zaxî piř simaq
mîzanî ḧukim, ke be miqamat û tecrebes
dexlî cyaye beser le şem û sem’ ya mezaq
hêndê beşer ke qable, eydatê text û tac
hêndê be nanî wişkewe ekêşê bełayî şaq
barî kerem edat be suleyman serwerî
eyûb îmteḧan eka, be tekalîfî layetaq
cogey xeyałe dête der le binawanî kuncî dił
sulsî heye be miłkî meqalatewe mezaq
bêstan û baxe ’ezîzim xeyałatî şa’îran
bê xofî neqis û birdinî xełk be kesrî cût û taq
eywan serayî xase, derûnî diłî edîb
řûte le tekalîfî şimşekêşî ya sîwaq
qani’Nasnava edebî kîfayetî ḧałî etoye be salimî
bexşîwye pêt xwa, beyanat û qelbî saq