peroşî dił

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  1236 Dîtin
ey kurdî serasîme leher jûr û le xwara
wey ser kiz û aşufte le dêhat û le şara
min çon negrîm hênde kiz û xwar û zelîlî
ser ta beqedem ẍerqî lenaw toz û ẍubara
ey komełî kurdanî hunerwer çi ’ecayeb
bê řewneqin emřo le hemû sûç û kenara
kwêstanî weten xwêne --Teksta ne aşkira bira emřo şetawî
pare cigerî kurde gułałey lebehara
kwa ẍîretî merdane lebo kakî ’eşayer?
kwa cur’etî şêrane lenaw çîx û dewara?
zor ’eybe lebo lawî weten bergî «çwêt lî»
bêgane legeł «xuşkî» leser xoy le ḧesara
qani’Nasnava edebî bese em şîne betenha û bebê kes
xo kirde, nexwa kirde, ke her kurd, le tara