ey weten emcare nemirim bem diłey nesrewtewe
pênc xiştekî leser şê’rî bêkes
Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
3 Xulek
1352 Dîtin
ey weten emcare nemirim bem diłey nesrewtewe
ger necatim bû ledes nawçawî lar û çewtewe
bo necatî to bewełła deçme gêjî mewtewe
ey weten meftûnî tom û şîwenim bîr kewtewe
wextî bendî û esaret pê be tewq û kewtewe
to nełêy min bê wecaxim qet xeyałî wa nekey
tîr û taney sard û siř hergîz lelawanit nedey
qet mefermû řołekanim nûstûwin wa zen nebey
min le fîkir û bîrî to ẍafił nebûm wa tênegey
ḧepis û têhełdan û zîllet toy lebîr birdotewe
deste do’ay toye bexwa ewkesey wa zahde
nûkî xamey şa’êranit bo zelîlît şahde
dem be dem herwa ełê bo to ewey wa ’abde
bew xwayey lamekan û bêşerîk û waḧde
’eşqî to new’ê ledłima agirî kirdotewe
hênde sergerme kuřit katê ke ser dênête der
pê le xwênî xoy enêt derbes nîye bo řoḧ û ser
agirî têçû becarê kewte ser şîn û çemer
agirêkî wa hezar sał awî biřjênîte ser
qetgiř wikłipe û biłêsey ta ebed nakujêtewe
ey weten pare perestî zû ke êmey kird be pen
řojhełat û řoj nişînit taneman wa lê eden
toş nełêy ême dezanîn xezneket bo kwê eben
basî meḧzûnî û kesasî xot nekey toxwa weten
çunkû bew bese birîn û zamekem ekulêtewe
lawekem nûkî qełem dił dujminî pê hełdiře
ger qełem şîwen neka xełfe nemamêkî ziře
ey weten ḧełqey kelepçey dest û pêt sa hełçiře
matemînî ta bekey dey pêkene û ser hełbiře
muftexer be, şoretit wa ’alemî girtotewe
mujdebê wa çawî kirdo komełî lawanî to
seyrî mêjû ke û bixiwênê defter û dîwanî to
bêne berçawit esasî debdebey babanî to
negbetî laçû se’adet bote piştîwanî to
kewkebî bext û firîştet berze edrewşêtewe
ey weten to xoşî diłim û hêzî ejno û bałmî
bo çiray řûnakî derdî jînî tirş û tałmî
bê diro to tacî fexir û sêberî îqbałmî
gerçî beynêke zelîl û dîlî destî załmî
newbetî şadîte emca naḧezit lêk bêtewe
ey gelî paşkewtû besye şînî bê hełmet çîye?
bêtekan sed sał bigryey bêsemer darî bîye
her nemamê to be xwên awî nedey diřkî «zîye»
lafî mîllyet bedem lem çaxeda kełkî nîye
řojî hewłe her be hîmmet gwê huner ebřêtewe
ey weten min bułbułî gułzarî kurdistantim
bête řojî ser biřîn serbazî řûy meydantim
řoḧekem pêşkeş ekem wek qoçekey qurbantim
besye te’nem lêmeden her řołekey carantim
hênde ḧîlimit bê hetakû dest û pêm ekirêtewe
bałî hełmałî le řêta serbeser şah û geda
her kesê boxoy betenya ser le řêy siřta eda
gwê gire bo xwar û jûr çon gişt ełên lem kateda
şerte şertî pyawetî bê ger xuda deytim bida
dujminit pet kem wekû seg bîxeme jêr pêtewe