ey xakî weten quř beser û bê ser û pa xom

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  611 Dîtin
ey xakî weten quř beser û bê ser û pa xom
bo bêkesî em ehle desa şêtî cefa xom
gîrawe weten bo wetenim ẍerqî fena xom
pes tir le hemû bed sîfetî bendî beła xom
dûr kewtew û aware le her qewm û bira xom
ey xakî weten boçî nema ẍîretî şêran?
ey xakî weten boçî nema bezmî dilêran?
kwa sełtenetî xêłî bebe û şakel û şîrwan?
bo mesłexî piř xwênî esîrane le zîndan?
dek lał û keř û, kwêr û kiz û şêx û mela xom
ey kaẍezî terfî’î weten boçî diřawî?
ey řewneqî bazařî weten boçî nemawî?
ey xencerî şîrwanî weten bo çî şikawî?
ey xakî weten çûnke weha şu’be kirawî
ger şînit nekem řûřeşî dîwanî xwa xom
bo ser kizî em hoze dił û cerg birîne
bo jînî weten çawî xîred piř le girîne
bê şêrîye êste ke weha bêşe ḧezîne
nûrî beserî ehlî huner taneyê şîne
bê alet û şimşêr le meydanî wefa xom
ey xakî weten boçî weha kwêr wecaxt?
pejmirde û bêřenge hemû çîmen û baxt?
piř le sitem û zułme yeqîn derben û şaxt
ey xakî weten wîrdî şew û řoje le daxt
bo bêkesî em xake desa řenc be hewa xom
qani’Nasnava edebî were emcare de ẍewẍayê bepa ke
bo xakî weten ferze bedił řoḧ be fîda ke
pîrahenî bednawî be namûsî kewa ke
sef bigre be kurdan û le çopîyo sema ke
ew wexte biłê xawenî her ’eyş û sefa xom