fêłbazîy řêwî

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  503 Dîtin
řêwîyek geřoł le birsa kewtû
leber geřołî le kuna xewtû
pîr û bê tûk û dyan şaş û çewt
gaga le bin berd gaga le eşkewt
le tirsî tancî be zigî birsî
eyxond be xoya ayة alkirsîErebî
letaw birsêtî řûy kirde dêyê
bełkû peyda ka şitê le cêyê
geyşit be polê mirîşkî zor çax
hemû hêlkeker hemû be demax
ke mirîşkî dî beşadî û xendan
kilkî berzo kird demî daçeqan
zanî becarê giştî nagîrê
boxoy sazanî fêł û tegbîrê
řûykirde mirîşk witî elselam
’ilîkim balxîrErebî ey giroy îslam
çone tehlîle û nwêj û řeftartan?
çone zîkir û fikir subiḧ û êwartan
min şêxî îrşad xawen îmanim
serdesey cemî’ meşayexanim
bên tobe biken dinya fanîye
bo hîçkes ta ser be beqa nîye
desniwêj bişorin nîyet dabesin
qetar bipêkin, hemû řawesin
çaw binûqênin bê qise û kelam
hemû nwêj biken bo xway ’ellam
eger tepeyê ya fiřey bałê
hate gwêçketan beher eḧwałê
çaw hełmebiřn aman sed aman
ewe meleke dêt le asman
be’emrî řêwî desniwêjyan şorî
qetaryan pêka diłyan negořî
řêwî kezanî nêçîrî řêk bû
bo girtin mirîşk kewte hatûçû
yekêkî girtin xeylî be dewan
ke fiřey bałî hate gwêy ewan
wityan sed dexîl xotan biken mat
řêwî řastî kird wa melekê hat
dexîle hergîz yektir medwênin
řû le qîble ken do’a bixiwênin
řêwî demî bird yekê tirî girt
milî hełkêşa zû bedes û bird
dûbare wityan sedeqte ya pîr
ême hemûman toman hey desgîr
yek yek û dû dû tewawî kirdin
zor bêřeḧmane le nawî birdin
axrî xway mirîşk, ḧeqyan esênê
bêçwe şêrêkî bo egeyenê
êsk û pirûskî ehařête yek
bê teqey tifeng bê sîlaḧ û çek
bê şik herkesê ke mezłûm xore
bo axrî awa eřwa bem core