giftugoy qani’ û xuřmał
Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
3 Xulek
818 Dîtin
ey şarî xuřmał deskarî şahan
yadgarî dewrey, ḧişmet penahan
xezêney mêjû bo kurdewarî
nîşanet dyare ke kone şarî
em ḧewşe û ḧesar em dîwarane
em burc û qulley ser kosarane
em řîzî bazař zemaney qedîm
em geçkarîye be saẍ û selîm
em şûray qaym heta popey şax
em asarî zełim teqsîmatî bax
em eşkewtane ke hełkinrawin
êste çoł û hoł le xêw cêmawin
dyare ke cêgey şehryaranî
wamendey dewran řozgaranî
min swêndit edem be qułingî ferhadKes
be kurey kaweKes be řencî qubadKes
kê toy bîna kird kê toy kird be şar?
kê le gîtîda nawî nay xuřmał?
eme çen sałe kewa wêranî?
lemin xirabtir zedey zemanî
kam řeşebay sext cewrî bêgane
xapûrî kirdî bûy be wêrane?
kam hêzî dujmin berbadî kirdî?
kam pencey sitem lenawî birdî?
kam gêjełûkey çerxî çep kirdar?
kam derdî dewran le řûy řozgar?
kam hêrşî şeř kam leşkirî ceng?
kam hicûmî zor şewî şewezeng?
kam tîr, kam kewan, kam gurzî giran?
kam des, kam bazû, kam ser dilîran?
quřîda beçaw kurdewarîda
kuştinî lejêr burdebarîda
weramî dawe paytextî kurdan
witî ey qani’Nasnava edebî wêłî sergerdan
***
weramî xuřmał
hejarî mezłûm mecnunî bê leyl
lemin xirabtir derûn le xem keyl
ke le «syamêwe» padşay kurdan
qubadî fîrûz hate řûy meydan
şarezûrî kird be mełbendî xoy
xercî cwanřoş ehatewe boy
textî hewraman heta jaweřo
kwêstanî lihon heta gaweřo
etrafî sineCih heta berazan
serşîwî seqizCih deştî merîwanCih
emanîye tewaw hênaye jêr des
bû be emîrî gwêy neda be kes
nawî emaret kewte naw kurdan
ewîş hate řîz baqî hawseran
ke wextê qubad nobey tewaw bû
«kiłoł» y kuřî kewte hatûçû
nawî kewte naw le řûy dewrana
bû be çirayê le kurdistana
hetakû no pişt mîrî mîran bû
le kurdistana şêrî şêran bû
ta surxab hełkewt bû be şay tewaw
ałayî hełkird nawî kewte naw
gişt kurdistanî hênaye jêr des
bêbak û netirs herwek şêrî mes
le xutbey cum’e nawî xondirawe
derwazey şadî bo kurd kirawe
le «syamêwe» wegwêzayî û xuřmał
bo pêtextî xoy çak kirdî be şar
ḧesarî kêşa bedewrî şara
qeła û qełaçe le jûr û xwara
berzî ḧesarî şeş mîtrî tewaw
begeç û cařû beberdî taşraw
her beyn dû gurîs qulleyek dyare
bo parastinî war dewrî şare
xêzanî paşa leber awî sard
le çawgey «zełmaCih» řayan ebward
ew şax û daxe û ew kej û kêwe
ke ełêy cêgey cinoke û dêwe
kirdyan be xanû bałexaney cwan
nizîk bû telar bigate asman
nazanim wesa çon řawesawe
bew şaxe safo berdî danawe
le dewrey «surxab» ta «xan eḧmed xan»
le şarî «zełma» bûn be ḧukmiřan
binçîney nijad tayfey baban
eçne ser řegez «baba ardełan»
em dû tayfe herdû her yek bûn
xawen qełem û xawenî çek bûn
bewatey mêjû tewaw kurdistan
miłkî «babane» û «baba ardełan»