gileyî le yar

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  542 Dîtin
qîblem ha namerd, qîblem ha namerd
dek namerdit ken azîzekey ferd
napirsî le ḧał henasan serd
bezeyît nehat we řuxsarî zerd
řeḧmêkit nekird be diłey piř derd
natirsî le çerx çewaşey çepgerd
keřtê be wesłê carê be karê
beserim nakey berdit lê barê
dił serîrî text padşahîte
nişîngey setwet textigahîte
be nûkî birjang mijey taze saw
kun ke ba biřwa şepolî zûxaw
ser ke berdebaz řêgey kanîte
çaw le cêgey pêy newcewanîte
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira
heta neydawe le elḧedê seng
meyełe řeqîb şad bê bekarim
şad û kam bê be diłey zarim
her wext arezûy nebûnit kirdim
leme zyatir mecnûnit kirdim
tayê le kiłaf xeyatey dêzit
kirj û lûlekey ’enber amêzit
pêçde wegerdin wişkî piř barim
bênewe yadim hîcranî yarim
necatim bide lem dinyay bê pu
bełam bew şerte biłêy qani’Nasnava edebî