sê sêy qani’

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  922 Dîtin
sê şitin emřo le dinya bê wecax û cêgedar
şa’îran yek, ’aleman dû, nîştimanî kurdewar
sê şitin lem dewreda hîç şoret û nawyan nîye
’eybî dewłetmend û şê’rî qani’Nasnava edebî û mergî hejar
wek piławî xaneqa îsmêkî bê cismî bira
yek miruwet, dû sexawet, sê wefay ’ehd û qerar
sê nexoşî kewte dinya hîç dewa û çarey nîye
kîbir yek, bertîl dû, sê, muxlisî pare û dînar
sê meta’î piř beha emřo tewaw bê qîmetin
yek şê’ir, dû řastî, sê ḧurmetî xak û dyar
bê wefayî lazmey sê tayefen lem kaneda
dulberan yek, kursî dû, sêyem gułî xunçey behar
sê kesin hegîz be meyl û arezûy xoyan negen
qani’î yek, birsî dû, sê bułbułî dêwane kar