çonyetî nexoşînman
Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
2 Xulek
702 Dîtin
ewa kabrayek ’umrî tewawe
xêzane wirdey leşwên cêmawe
ew řoje kabra leser cêge kewt
xeber nexoşî egate mizgewt
mela be kwêxa ełê to kwêxay
’ibadet xêre ba biçîn bo lay
her hengawêkit ḧecê qebûłe
fermûdey ḧezret şahî řesûłe
sofî toş wire, derwêş toş fermû
her le herzekar heta řîş çermû
hemûman biçîn çûn desewame
emřo bo ewe sibḧey bo ’ame
emca bekomeł eçin bo małî
zor be muxteser epirsin ḧałî
emca dêne ser giftûgoy xoyan
beratî mela û girtinî şwan
basî dar biřîn ya coge û comał
dêrawî tûtin, şêf û derdî kał
heryek îşî xoy heryeke û karê
heryek giftûgoy bazařî şarê
jinî nexoşîş xêra heł esê
nexoş cê dêłî hîç lêy napirsê
mecbûre ebê mîwan řê bixa
laye çêşt lê nê, layê nan bika
kuřî nexoşîş xo çayçîye
kestir şik naba desełat nîye?
hîç kes çořê aw nakate demî
kesê tir nîye ta bixiwa xemî
wextê ke emrê lew zirim û koye
lew qiřçey diłe û lew bawke řoye
mela eyşorê û eyben bo qebran
teslîmî eken be sehil û asan
emca qaw ekirê be dêhatana
«tayfellikuk» kurd û gorana
dese be dese fewc fewc û qetar
bîs bîs û sî sî le ladê û şar
dên bo mał mirdû bo ’eza xwanî
řojê de keřet eyken tałanî
sê ferde şekir û dû sinûq çayî
ebê qerz bika xwahî nexwahî
de dwazde teẍar ard bênête mał
selem ka le pêy no sawzî emsał
małî îsqat bo ḧeywanî zibre
ḧeywanî wirdîş bo goştî sifre
muxteser heta şeş mang ew małe
bedes mîwano ḧałyan bêḧałe
ney peřjawete xele û xermanî
hemû cêmawin îş û firmanî
serî ḧewt mange temaşa eka
ne bizne ne meř, ne manga ne ga
şes ḧefta dînar qerzare bêcê
nazanê pena biba lebo kê?
emca ezanê kosî kewtuwe
besed bareda bawkî mirduwe
mîllet ta be key cehil û nefamî?
mîllet ta bekey şêtî û ’ewamî?
boçî le dûro do’ay bo nakey?
benawî xêr û bequřya ebey?