mazû çinîn le ladê

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 4 Xulek  930 Dîtin
jînî ladê seyrane
gerçî tozê girane
řojî newroz eweł sał
dekewne îş kuř û kał
ya cût ya coge hênan
bo aw daştin deẍił û dan
ya dar biřînî şaxe
yaxo perjînî baxe
ya nutne ya direw
nawestin be řoj û şew
ya gêre ya şen kirdin
hełmet bo ferman birdin
ferqî nîye nêr û mê
herçî danîştuwe le dê
hemû xerîk firmanin
bedes hênanî nanin
ta tewaw ebê hawîn
tê ekoşin zor be tîn
beynê lewya betałn
xerîkî îşî małn
tîrek lêdan, giłeban
kołan girtin be teyman
ke îş řûy kirde tewaw
ko ebno le ḧewz û aw
çen darî bî lay mizgewt
hendê řas û hendê çewt
bo sêber nêjřawe
sekoy le bin kirawe
ehlî dê ke zor û kem
leser seko ebin cem
tawê şeře aw pirjên
begałtewe şeře cwên
tawê basî jin hênan
tawê tarîf deẍił û dan
dû sê řojî bemcore
be goranî û be hore
řa’ebwêrin be şadî
gaga bîrî azadî
ga tekbîrî cûtyarî
gaga xemî hejarî
pîran be sebîl kêşan
basî sofî û derwêşan
basî jînî nařeḧet
basî qebir û qyamet
mam xwa kerem dinya dîw
bang eka hetîw metîw
boçî hênde minałn?
hetakû key le małn?
berawirdim tewawe
teqey mazû şikawe
kêtan kuřî meydane
yałła mazû çinane
lewya desey kuř û kał
řa’ekeno řuwew mał
bang eken le yektirî
boçî xot řa’egrî?
xot gurco ke des û bird
mam xwakerem bangî kird
ewe kewşî diřawe
le mała tuřî dawe
egeřê, eydozêto
bebenê eydûrêto
awayî eyken be qaw
qîřey minał dengî pyaw
ewey ke mazû çin bê
pyaw bê weya xo jin bê
çarekey kołî daykî
ya kirase koney bawkî
egen be çarekey nan
ewsa heł egirin goçan
eweł řoj û axir şew
pol ebesin wekû kew
lenaw şexsî pena mał
her le gewre ta minał
le řêy yek řa’ewesin
hemû komeł ebesin
emca eden beherda
be şax û dax û zerda
yekê dewen yekê dar
ya leber řoj ya nizar
yekê eçête ser dar
yekê le dar dête xwar
yekê bo dar řa’eka
yekê baxeł da’eka
car carê eqûlênin
dura û dûr yek edwênin
qûle û goranî û hore
lêyan ebê be nore
ke řoj geyşte çêştingaw
des eken be qîře û qaw
dêne xwar le gişt lawe
ełên katî ser awe
pol pol řîze ebesin
ta ser řanawesin
lewya heta nîw se’at
nan exon bêdeng û mat
emca yekê hełedew
tê’eçrîkênê wek kew
kiławî lar da’enê
be dinya pê’ekenê
ełê bo axrî emirin
hetîw hestin des bigirin
awazî lê heł ebřê
řoḧî ’aşiqan ebřê
lewya gişt řa’epeřn
le cêyeka des egirin
teqle çiłkin řank şiř
lewya eyken be simiř
yek gencêkî bała cwan
serçopî egrê boyan
dese siřî ał be des
heł esûřênê sermes
ne zyad eřon û nekem
heł epeřn bebê xem
kiçîş hemû lewlawe
beřîze řêk westawe
kiras mor û suxme zerd
keway ał řûmet bêgerd
her yek diłî le laye
bo xoy xerîk sewdaye
car carê goranîbêj
genim řengêkî dirêj
serî wer’eçerxênê
řîzî kiçan edwênê
diłî her le la yare tewawe
tewaw bê îxtîyare
ser çopî kêş saḧb yar
xoy elerênê car car
her çon yarî ebînê
wexte xoy bipřûkênê
leserçopî ta gawan
ekewne hele dawan
nazanin dinya çone
çone em çerxe kone
serçopî herdû deste
yek bo yektirî meste
têkeł ebin kiç û kuř
be çeşnî mêxek û duř
des egirin be têkeław
kiçî şox û kuřî law
kiçan ke cinsî nermin
tozqałeyê beşermin
lewya şerim namênê
hemû kes xoy enwênê
teqey çepłe û hajey ney
lerey memkey çeşnî bey
bonî mêxek û simił
eda le naw peřey dił
katê ke kiç manû bû
des ber eden bo pişû
yekê ełê ay dêre
ba biřîn çîkeyn lêre?
kołman qurs û sengîne
wa îşman pêkenîne
dûbare çeşnî kewbař
ajîn ebin le nizar
tif ledes û le goçan
eçîno ser îş û firman
řuwewmał be dare dar
esuřêno ta êwar
pêş ewe tarîk dabê
egeno nizîkî dê
yekê geła yekê dar
ya dulq ya pîlewar
eyben bo pêwîstî mał
awaye jyanî sał?