serbazî

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  613 Dîtin
ke hate basî namûs û huner bê qîmete ewlad
le pêy ’îziz û şeref ferze ser û małit bidey berbad
le ’îşqî taqe xałê bû le çahî ẍebẍebî şîrînKes
ke êsteş coşî her mawe esasî şořşî ferhadKes
leber çî wa leser xakî weten xoman be kuşt nadeyn?
ke tenha taqe baxêkî ejî sed cennetî şeddad
le bîrim dê şewê bułbuł be neẍmey piř meqam eyut:
kesê kelley be şořş bê le neng û ’arye azad
le darî pîrmesûr û pîre destûrit çi nef’î dî?
le qebrî mame şake û sofî řîş sûrit çi dî îmdad?
de kurde besye bê hoşî were gwê řagre bo min
bizane şî’rî min naf’itire bo to le sed ustad
be wełła kurde min emirim le paşan her ełêy hey hay
edîbê tir wekû qani’Nasnava edebî le kwê bê dad û hey bêdad